Pentagon: Pistî agirbesta Xezzeyê êris li hêzên me nehatine kirin
PeyamaKurd - Di 28ê Mijdara 2023an de, Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) daxuaynd ku bi ragehandina agirbestê re û li jêr ronahiya rawestandina operasiyonên serbazî de, çalakiyên xwe yên hewalgirî yên li asmanê Xezzeyê rawestandine.
Li gor ragehandina Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê, piştî destpêka ragehandina agirbesta li Xezzeyê re li Îraq û Sûriyeyê êrîşî hêzên wan jî nehatiye kirin.
Di eynî demê de Berdevkê Pentagonê Pat Ryder ragehand, hêzên wan bi merema berhingarbûna DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê ne. Dîsa da zanîn ku hebûna hêzên wan li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê ye û got, “Em hêvîdar in çi êrîşên din nekin ser hêzên me li deverê”.
Ev di demekê de ye ku, li gor amarên Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê, ji 17ê meha borî heta niha 61 caran êrîşî hêzên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin, 29 êrîş li Îraqê û 33 êrîş jî li Sûriyeyê bûn.
Agirbesta mirovî ya navbera Israîl û Hemasê ji roja 24ê Mijdara 2023ê bi navbeynkariya Qeter, Misir û Amerîkayê hat bicihanîn. Di dema agirbestê de, Hemasê 81 revandî û Israîlê jî 180 zindaniyên Filistînî azad kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin