Erdogan li ser agirbesta li Xezzeyê daxuyanî da!
PeyamaKurd – Erdogan wiha got: "Em pêşwazîkirina hevdîtinên agirbestê yên di navbera Tevgera Berxwedana Fîlîstînê Hamas û Îsraîlê de bi lihevkirinekê pêşwazî dikin."
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan peymana agirbestê ya di navbera Hamas û Îsraîlê ya li Xezzeyê de silav kir.
Li ser medyaya civakî ev daxuyanî hat dayîn:
“Em pêşwazî li encamdana danûstandinên agirbestê yên di navbera Tevgera Berxwedana Fîlîstînê Hamas û Îsraîlê de bi rêkeftinekê dikin.
Em hêvîdar in ku ev peyman ji bo herêma me û tevahiya mirovahiyê bi taybetî birayên me yên Filistînî sûdmend be û deriyê aştî û aramiya mayînde veke.
Em gelê qehreman û ewladên leheng ên Xezzeyê yên ku li hember êrîşên neqanûnî û nemirovî yên Îsraîlê bi lehengî ax û azadiya xwe parastin, bi rêzdarî silav dikin.
Weke Tirkiye me birayên xwe yên Filistînî di têkoşîna li dijî zilm û zordariyê de kêliyekê jî tenê nehişt.
Bi îzna Xwedê em ê berdewam bin li kêleka gelê Xezzeyê û hemû derfetên xwe bi kar bînin da ku Xezze birînên xwe derman bike û li ser piyan bimîne.
Bi vê minasebetê ez hemû şehîdên me yên ku axa Xezzeyê bi xwîna xwe ya bi bereket av dane bi rêzdarî bibîr tînim û ji Xweda hêvî dikim ku peymana agirbestê bi fêde be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin