Qesra Spî li ser 'agirbesta Xezzeyê' daxuyanî da

15 August 2024 09:29 0 dîtin
Qesra Spî li ser 'agirbesta Xezzeyê' daxuyanî da

PeyamaKurd – Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre diyar kir ku ew li bendê ne ku Hamas beşdarî muzakereyên agirbestê yên ku wê sibê li Dohayê bên kirin bibe û got, "Sibe rojeke girîng e. Em dixwazin agirbest pêk were. Em dixwazin dawiya vî şerî bibînin.”

Jean-Pierre di brîfînga xwe ya çapemeniyê ya rojane de rewşa dawî ya pêvajoya agirbesta muhtemel a li Xezzeyê nirxand.

Jean-Pierre destnîşan kir ku muzakereyên agirbestê yên ku tê payîn roja Pêncşemê 15ê Tebaxê (îro) li Dohayê bên kirin gelekî girîng in û diyar kir ku ew hêvî dikin ku Hamas beşdarî van hevdîtinan bibe.

"15ê Tebaxê wê bibe rojeke girîng. Em dixwazin agirbest pêk were. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe." Her wiha diyar kir ku bi vê agirbestê re wê girtî vegerin malên xwe û alîkariyên mirovî yên ku hewce ne bigihînin Filistîniyan.

Jean-Pierre got, ew di wê baweriyê de ne ku rageşiya di van demên dawîn, di navbera Îsraîl û Îranê de zêde bûye wê bi vê agirbestê kêm bibe.