Parêzgarê Londonê di demeke nêzîk de serdana parêzgeha Hewlêrê dike

01 February 2022 18:55 0 dîtin
Parêzgarê Londonê di demeke nêzîk de serdana parêzgeha Hewlêrê dike

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw eşkere kir ku wê di demek nêzîk de parêzgarê Londona paytexta Brîtanyayê serdana parêzgeha Hewlêrê bike.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û konsulê giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê David Hunt Îro Sêşemê li nav bajarê Hewlêrê û kelha Hewlêrê geriyan.

Xoşnaw piştî wê gerê ragihand ku pêwendiyên bi konsulê Brîtanya û hemû konsulên din yên li Hewlêrê re pir baş in û got, ew dixwazin pêwendiyên wan di warê kulturî jî de baş û bihêz bin.

Umêd Xoşnaw eşkere kir ku wî parêzgarê Londonê Sadiq Aman Khan vexwendiye Hewlêrê û wê di demeke nêzîk de serdana Hewlêrê bike.