Dadgehê bi hinceta besdariya referandûma serxwebûnê bang li endamên encûmena Kerkûkê kir

31 March 2022 17:07 0 dîtin
Dadgehê bi hinceta besdariya referandûma serxwebûnê bang li endamên encûmena Kerkûkê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dadgeha Kerkûkê bang li hejmarek endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê kiriye ku bi tohmeda beşdarîkirina referandûma serxwebûnê ya 2017an derkevin pêş dadgehê.

Li gorî nûçeya BasNewsê yek ji endamên Encûmena Kerkûkê yê ji aliyê dadgehê ve hatiye bangkirin Fuad Husên gotiye, ‘’Careke din ji aliye dadgeha Kerkûkê ve daxwaz hatiye kirin ku ew kesên endamê encûmena parêzgehê bûn û beşdarî referanduma serxwebûna Kurdistanê kirine, divê derkevin pêşberî dadgehê. Di rastiyê de hîn ew nivîs negihîştiye deste min, lê tiştekî wisa heye û ev ne yekem care em tên bang kirin, çend carên din jî em hatine bang kirin. Em serbilindin ku me beşdarî wê proseyê kir, lê ew nehez û neyarên kurdan in, bi taybet neyarên PDKê ne car caran wê dosyayê dixin tevgerê.’’

Fuad Husên piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an koçber bûye û li Hewlêrê bi cih bûye.

Husên dibêje: ‘’Neyarên kurdan hin caran guvaşa derûnî û siyasî dixin ser beşdarbûyên referandûmê û ew kesên ku berpirsyartiya wan heye û diyar in. Lê hejmareke zêde xelkê Kurdistanê beşdarî proseya referanduma serxwebûna Kurdistanê kirin. Bi taybet Kerkûkî pir bi germî beşdarî wê proseyê bûn û nav encûmena parêzgeha Kerkûkê jî me deng da û rewabûn wergirt û ew jî wek sitiriyekî ket çavê neyaran û nikarin ti tiştekî jî bikin.’’