Bi biryara dadgehê 7 kes bi hinceta qeçaxçîtiya koçberan hatin girtin

28 February 2022 13:57 0 dîtin
Bi biryara dadgehê 7 kes bi hinceta qeçaxçîtiya koçberan hatin girtin

PeyamaKurd Li Wanê, bi biryara dadgehê 7 kes bi hinceta qeçaxçîtiya koçberan kirine hatin girtin.

Li gor Rêveberiya Ewlekariya Wanê diyar kir, bi armanca rêgirîkirin li qeçaxçitiya bi koçberan, hefteya borî 7 operasyon hatine kirin û bi hinceta qeçaxçitiya bi koçberan, 17 kes hatine desteserkirin.

Herwiha 17 kesên hatin desteserkirin, piştî temambûna îfadeya wan ji bo dadgehê hatin şandin. Dadgehê biryara girtina 7 kesan da û 10 kes jî hatin berdan û hêzên emnî bi hinceta di veguhestina koçberan de hatine bikaranîn, dest danîn ser 4 otomobîlan.