Kerkûk | Ji ber besdariya 'Referandûma Serxwebûnê' 54 efserên Kurd têne dadgeh kirin

04 August 2022 15:03 0 dîtin
Kerkûk | Ji ber besdariya 'Referandûma Serxwebûnê' 54 efserên Kurd têne dadgeh kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê îro ji bo darizandina 54 efser û karmendên Kurd ên girêdayî Rêveberiya Polîsê Kerkûkê, bi hinceta beşdarî proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê ya sala 2017an dicive.

Fermandarê Polîsa Kerkûkê Lîwa Kawa Xerîb derbarê dozê de ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, dosya dadgehkirina wan efseran vedigere berî sê salan, sedema wê jî ew e ku wan efseran beşdarî proseya referandûma serxwebûnê kirine ku li gorî yasaya Iraqê, nabe endamên hêzên ewlehiyê beşdariyê di proseyekê de bikin ku dewlet piştevaniyê lê neke, erkê van efseran jî di çarçoveya dewleta Iraqê de ye.

Lîwa Kawa Xerîb gotiye: “Ji bo zehmetiya çûnûhatina wan efserên Kurd, li ser daxwaza me, dadgehkirin ji Mûsilê bo Kerkûkê hat veguhastin û heftane du rojan tîmek ji Mûsilê dê were Kerkûkê û lêkolînê di wê derbarê de bike.”

Herwiha Lîwa Kawa Xerîb li ser proseya dadgehkirinê diyar kir ku wê di berjewendiya efserên Kurd de bi dawî bibe, her du aliyan nermî nîşan dane û ew efser dê li gor madeya 29 ya yasaya sizadanê bêne dadgehkirin û cezayên wan dê ne giran be.

Hêjayî bîrxistinê ye, Referandûma Serxwebûnê ya Kurdistanê 25ê Îlona 2017an hatibû kirin û %93ê xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê dengê "Belê" dabûn.

Rêveberiya Polîsê Kerkûkê dosyeyên 54 efserên Kurd ji bo dadgehkirina bi tometa beşdariya referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza Wezareta Navxwe ya Iraqê şandibûn Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê.

Doza efseran 26ê Cotmeha 2017an ango piştî mehekê ji referandum hatiye destpêkirin û ligel ku ev dosya demekê hatibû rawestandin jî Wezîrê Navxwe yê Iraqê 17ê Adara 2021ê bi nivîseke fermî ya bo Rêveberiya Polîsê Kerkûkê de, daxwaz kiribû careke din ev efser werin dadgehkirin.