Kerkûk | Li 70 efserên Kurd doza referandûma serxwebûnê hat vekirin

09 April 2021 18:10 0 dîtin
Kerkûk | Li 70 efserên Kurd doza referandûma serxwebûnê hat vekirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dadgeha Iraqê bi hinceta ku li Kerkûkê beşdarî Referandûma Serxwebûnê ya 2017ana Kurdistanê bûne, doz li hejmarek efserên Kurd ên nav artêşa Iraqê re vekir.

Li gorî nûçeya Shafaq Newsê ku dispêre çavkaniyeke ewlehiyê, li zêdetirî 70 efserên Kurd ên di di nav polîsê parêzgariya Kerkûkê de kar dikin, doza dadgehkirinê hatiye vekirin.

Herwiha hatiye eşkerekirin ku ji bilî 70 efserên Kurd ji bo 3 efserên din ên xwedî paye ku li derveyî parêzgariya Kerkûkê dixebitin jî lêpirsîn hatiye vekirin.