Dadgehê doza dadgehkirina efserên Kurd ên Kerkûkê bi yekcarî girt
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê di rûniştina îro 4ê Tebaxê de, biryara girtina dosyeya doza efserên Kurd ên ji ber beşdarbûna referandûma serxwebûna Kurdistanê dihatin darizandin da.
Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê ku li Kerkûkê civiya, di darizandina 54 efserên Kurd ên Polîsê Kerkûkê de ku bi hinceta beşdariya referandûma serxwebûnê ya 2017an doz li wan hatibû vekirin, dosyeya dozê girt.
Fermandarê Polîsê Kerkûkê Lîwa Kawa Xerîb jî beriya rûniştina dozê ragihandibû ku ew pêşbînî dikin doz di berjewendiya efserên têne darizandin de bidawî bibe.
Lîwa Kawa Xerîb piştî biryara dadgehê jî ji K24ê re diyar kiriye, “Berî demekê Wezîrê Navxwe yê Iraqê derbarê vê babetê de, lêborîna giştî der kiribû, rûniştina dadgehkirina wan efseran jî, li ber ronahiya wê biryarê, biryara dawî da û ev doz bi yekcarî hat girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin