Serokê berê yê Katalonyayê: Ji referandûma serxwebûnê ti carî posman nebûme

31 January 2023 21:15 0 dîtin
Serokê berê yê Katalonyayê: Ji referandûma serxwebûnê ti carî posman nebûme

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Ewropayê îro 31ê Çileyê derbarê Serokê berê yê herêma Katalonya ya Îspanyayê Carles Puigdemont biryar da û pesend kir ku ti mafê hikûmeta Îspanyayê nîne Puigdemont desteser bike.

Piştî biryara Dadgeha Bilind a Ewropayê Serokê berê yê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont ji rojnamevanan re ragihand, her dem baweriya wî bi referandûma serxwebûnê ya Herêma Katalonyayê heye, ji ber ku li gor yasayên navdewletî mafê hemû gelan e.

Carles Puigdemont herwiha destnîşan kir ku ew ti carî ji pêkanîna referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê poşman nebûye.

Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont sala 2017an referandûma serxwebûnê ya cudabûna ji Îspanyayê ji bo Herêma Katalonyayê pêk anî ku piştre hikûmeta Îspanyayê fermana desteserkirina Puigdemont da.

Puigdemont, piştî biryara desteserkirinê derbasî Belçîkayê bû ku desthilatdarên Îspanyayê ji hikûmeta Belçîkayê daxwaza radestkirina wî kirin, lê Belçîkayê ew radest nekir û îro jî Dadgeha Bilind a Ewropayê biryara Îspanyayê red kir.

Dadgeha Bilind a Ewropayê, ku li temamê Ewropayê desthilata herî bilind a dadwerî ye û 15 dadwer tê de endam in, biryar da ku ti car nabe Serokê berê yê Herêma Katalonyayê were desteserkirin.