Serok Barzanî salvegera 'Referandûma Serxwebûnê' bi helbestekê bi bîr anî...
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 25ê Îlona 2022yan di salvegera referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an de, peyamek belav kir.
Serok Barzanî di salvegera referandûmê de, helbestek belav kir û tê de got, eger miletek jiyanê bixwaze, dê bigihe armanca xwe.
Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 25ê Îlona 2022an di salvegera pêncemîn a encamdana referanduma serxwebûnê de, beşek ji helbesteke Erebî ya helbestvanê Tunisî Ebû Qasim E-Şabî li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir ku wiha dibêje:
“Eger miletek rojekê jiyanê bixwaze
Bêguman çarenivîs dê bersivê bide
Bêguman tariya şevê dê biçe
Bêguman zincîr jî dê bişike
Kî nexwaze hilkişe çiyayan
Dê her tim di nava çalan de bijî”
إِذا الشَّعْبُ يوماً أرادَ الحياةَ
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) September 25, 2022
فلا بُدَّ أنْ يَسْتَجيبَ القدرْ
ولا بُدَّ للَّيْلِ أنْ ينجلي
ولا بُدَّ للقيدِ أن يَنْكَسِرْ
ومن لا يحبُّ صُعودَ الجبالِ
يَعِشْ أبَدَ الدَّهرِ بَيْنَ الحُفَرْ
Hêjayî gotinê ye, ev helbesta Ebû Qasim El-Şabî di Îlona sala 1933yan de hatiye nivîsandin û yek ji helbestên herî bi navûdeng a di helbesta nûjen a Erebî de ye ku malikên destpêkê yên vê helbestê di sirûde netewî ya Tunisê de jî cî digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin