Serok Barzanî salvegera roja biryara Referandûma Serxwebûnê pîroz kir: Cihê sanaziyê ye...
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di salvegera biryar û diyarkirina roja Referandûma Serxwebûnê de ku 25ê Îlona 2017an hat encamdan peyamek belav kir. Serok Barzanî ew roja 7ê Hezîrana 2017an wekî rojeke dîrokî di jiyana gelê Kurdistanê de bi nav kir û got, ji bo hemû kesên beşdarîya referandûmê kirin re, şanazî ye ku ti poşmanî tê de nebûye.
Seroka Barzanî wiha dibêje:
"Îro rojek dîrokî ye di jiyana gelê Kurdistanê de.Li 7ê Hizêrana 2017an de aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi koma dengan biryar li ser Referandûmê dan ka ku gelê Kurdistanê bikare di rêyekê aştiyane re deng û xwesteka xwe bigihîne cîhanê. Ev biryar destkeftek giranbuha bû ji bo hemû welatiyên Kurdistanê û şanaziye ji bo hemû wan aliyên ku di derxistina wê biryarê de beşdar bûne û jê poşman nebûne."
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de, spasî li hemû têkoşer û azadîxwaz û niştîmanperwerên Kurdistanê kir û got, hezaran silav li canê paqij yê şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadiyê.
3 sal berê 7ê Hezîrana 2017an biryareke dîrokî bo Referandûma Serxwebûnê hat dayîn

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin