Serok Barzanî bi helkefta Salvegera Referandûma Serxwebûnê peyamek wesand
PeyamaKurd - Serok Barzanî îro Çarşemê (25.09.2019) li duyem salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragehand, îro rojeke dîrokî ye.
Serok Barzanî di peyamekî xwe ya kurt a li ser hesabê xwe ya fermî ya twitterê de ragihand: ‘’Îro rojeke dîrokî ye û li hember ew kesên ku ti deman xwe neçemandine rêzên min pir zêde ye.’’
On this special day, I highly and respectfully salute and appreciate those who never bowed. pic.twitter.com/2XEzVITLuB
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) September 25, 2019
Gelê Herêma Kurdistanê du sal berê di rojeke wekî îro de referanduma serxwebûnê lidarxistibû bi 92.7yê pejirandibû û diyar kiribû serxwebûna Kurdistanê mafekî destûrî û xwezayî ye. Di referandûma tarîxî ya serxwebûnê de nêzîkî ji sedî 93 ji niştecîhên Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û Kurdên li derveyî Herêma Kurdistanê bi dengê “Belê” dan serxwebûnê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin