Skotland amadekariya referandûma duyem a serxwebûnê dike

14 June 2022 20:35 0 dîtin
Skotland amadekariya referandûma duyem a serxwebûnê dike

PeyamaKurd – Welat Skotlandê ku hê jî bi ser Brîtanyayê ve ye, piştî referandûma serxwebûnê ya 18ê Îlona 2014an careke din amadekariya referandûmê dike. Di referandûma 2014an de ji sedî 55 dengê na bo serxwebûnê derketibûn.

Serokwezîra Skotlandê Nicola Sturgeon, li paytexta Skotland Edinburghê di civîneke rojnamevanî de, destpêkirina kampanyaya bo referandûma serxwebûnê ya duyemîn ragihand.

Sturgeon got, "Çima ne Skotlandeke dewlemendtir, bexwtewartir û dadwertir nebe?”

Sturgeon, herwiha da zanîn ku Skotland ji serxwebûnê re amade ye û dijî Brexit a derketina Brîtanyayê jî derket û got, “Heger wiha bidome, em ê neçarî modela îngilîz a aborîyê bibin ku her diçe encamên xirab derdixe pêşiya me.”

Serokwezîr Sturgeon destnîşan kir ku divê bi awayekî yasayî biçin referandûma duyemîn û da zanîn, ew plan dikin di sala 2023yan biçin referandûma serxwebûnê.