Banga 'Referandûma Serxwebûnê' ya duyemîn hat kirin
PeyamaKurd - Serokwezîra Rêvebirîya Xweser ya Îskoçkyayê Nicola Sturgeon ji bo welatê xwe banga referanduma serxwebûnê kir û got, ew dê sibe vê pêşniyarê pêşkeşî parlamenê bike.
Surgeon li Dublîn a paytexta Îrlanda ragihand ku sala bê piştî meha Hezîranê j bo referandumê demeke guncaw e.
Surgeon da zanîn ku di referanduma duyemîn de Îskoçya dê dengê xwe bide serxwebûnê û wiha got: ‘’Îskoçya jî dê mîna Îrlanda welatekî azad be’’.
Serokwezîra Îskoçyayê herwiha dîyar kir ku ewê pêşnîyara lidarxistina referanduma serxwebûnê sibê Çarşemê bibe parlamanê.
Di referandûma serxwebûnê ya 2014an de, 55%î dengê na derketibû, lê vê carê tê çaverêkirin ku serxwebûnxwaz bi ser bikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin