Civîna PDK û YNKê hat pasxistin
PeyamaKurd – Civîna şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku biryar bû îro li Hewlêrê were lidarxistin, hat paşxistin.
Tê çaverêkirin ku îro Çarşemê 29ê Çile (îro) danê sibê şanda PDK û YNKê li Hewlêrê li ser pêkanîna kabîneya 10emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin.
Li gor zanyariyan, ji ber pabendbûna hikûmet û hizbî ya her du aliyan civîn bo demeke nediyar hat paşxistin.
Di civînê de hat pêşbînîkirin ku YNK û PDKê ji bo pêkanîna kabîneya dehemîn bernameya karê hevbeş amade bikin.
Beriya niha jî şanda PDK û YNKê 4 caran civînek li dar xistibûn û li ser pêngavên pêkanîna kabîneya nû gotûbêj kiribûn.
Di hilbijartinên dewra 6emîn a Parlamentoya Kurdistanê de ku di Cotmeha 2024an de hat lidarxistin, PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bi dest xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin