Civîna polîtburoyên PDK û YNKê hat pasxistin
PeyamaKurd- Civîna polîtburoyên PDK û YNKê li ser alozî û nakokiyên her du partiyan hat paşxistin.
Biryar bû îro (22.04.2020) danê nîvro polîtburoyên PDK û YNKê bicivin lê hat eşkerekirin ku, civîn hatiye paşxistin û dê “di demek nêzîk” de were lidarxistin.
Malpera fermî ya PDKê jî ragihandiye, civîna PDK û YNKê îro nayê kirin û dê di demek nêzîk de berpirsên her du partiyan bicivin.
Lê nehat zanîn ka çima civîn hatiye paşxistin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku cîgirê serokê PDKê ye jî, beriya niha ragihandibû, PDK û YNK dê li ser alozî û nakokiyên vê dûmahîkê bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin