Pistî civîna polîtburoyên PDK û YNKê daxuyaniyek hat belavkirin
PeyamaKurd – Piştî civîna îro Duşemê ya polîtburoyên PDK û YNKê li Serokatiya Herêma Kurdistanê ku bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk hati, daxuyaniyek hat belavkirin.
Di daxuyaniya ku Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civîna polîtburoyên herdu aliyên PDK-YNKê belav kiriye de, hat gotin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de tevî bixêrhatin û spaskirina her du aliyan, bal kişande ser rewşa siyasî ya giştî û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û girîftên ku xelkê Herêma Kurdistanê rûbirûyî wan mane, bi taybetî ji aliyê aborî û darayî ve, ku ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, cîhan û Iraq û Herêma Kurdistanê girtiye.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li girîngiya karên hevbeş ên navbera hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî navbera PDK û YNKê kiriye û amadebûna Serokatiya Herêma Kurdistanê nîşan daye ji bo piştevanî û alîkariya serxistina karên pêkveyî û hemahengiya navbera hemû aliyan.
Piştre nûnerên her du aliyan bi awayekî eşkere û bi berpirsyarî, li ser hemû pirsan, li hember proseya siyasî û hukimraniya li Herêma Kurdistanê, berpirsyariya xwe ya hevbeş tekez kirine û her du aliyan li ser wê yekê rijd bûne ku divê bi hev re ligel aliyên din ên Herêma Kurdistanê pêngavên cidî û kirdeyî biavêjin ji bo çareserkirina girîftên navbera her du aliyan û hemû şiyana xwe derxin pêş, da ku rûbirûyî vê rewşê bibin û piştevaniya saziyên Herêma Kurdistanê bikin ji bo xizmetkirina welatiyan.
Rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya siyasî û destûrî ya Herêmê, mijareke din a civînê bû. Her du alî li ser wê yekê rijd bûn ku parastina aramî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê, erkê hemû aliyan e.
Her du aliyan piştevaniya xwe ji bo amadekariyên hikûmeta federal û aliyên peywendîdar ji bo serxistina hilbijartinên pêşwext ên Iraqê nîşan dane û ji vî alî ve hemahengî û hevkariya navbera nûnerên Herêma Kurdistanê yên li Bexdayê bilind nirxandine û tekezî li berdewamiya wê hemahengiyê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin