Encama civîna PDK û YNKê bi daxuyaniyeke hevbes hat ragihandin
PeyamaKurd - Piştî civîna PDK û YNKê li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke hevbeş hat ragihandin ku aliyan tekezî li ser girîngiya encamdana civîna sêalî ya di navbera aliyên pêkhêner ên Hikûmeta Kurdistanê de kirin û derbarê kêşeyên budçe û pêwendiyên ligel Iraqa Federal de yekhelwestiya xwe anîn ziman.
Di daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de hat gotin, di civînê de guftûgo derbarê pêwendiyên herdu aliyan, rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê de hate kirin.
PDK û YNKê, civîna sêalî ya PDK, YNK û Tevgera Gorranê bi girîngî û pêwîstî ji bo vê qonaxê destnîşan kir û ji bo yekhelwestî û berevanîkirina li mafên gelê Kurdistanê li Iraqa federal, bi taybet derbarê pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de nêrîna xwe ya hevbeş anîn ziman.
Herwiha piştevanîkirina li pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê danûstandina li ser pirsa yasaya budçe û wergirtina deynan ji bo dabînkirina mûçeyên welatiyên Kurdistanê û pirsa budçeya sala 2021an bi pêwîstî zanî.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin ku roja Sêşema bê civîna sêalî ya di navbera PDK, YNK û Tevgera Gorranê de tê girêdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin