Civîna asta bilind a PDK û YNKê hat pasxistin
PeyamaKurd - Hatibû ragihandin dê civîna asta bilind a navbera PDK û YNKê ji bo kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê îro Sêşemê pêk bê.
Herwiha hatibû diyarkirin ku dê civîn li avahiya polîtburoya YNKê ya li Hewlêrê pêk were û di civînê de ji xeynî pêkanîna hikûmetê, rewşa Kerkûkê û herêma Kurdistanê jî were gotûbêjkirin.
Hat zanîn ku YNKê civîna îro bipaş xistiye û dê rojeke din civîn bê kirin. PDKê jî aliyê xwe ve ragihand ku dê civînên sêqolî di navbera PDK, YNK û Goranê de ji bo pêkanîna hikûmeta nû dest pê bikin.
Piştî hilbijartinên 30yê Îlona 2018an ên parlamentoya Kurdistanê PDKê 45, YNKê 21 û Tevgera Goranê 12 kursî bi dest xistibûn û danûstandinên hikûmeta nû di nav wan partiyan de hîn berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin