Colanî: Em ê ligel Tirkiyê pêwendiyên xwe yên stratejîk bihêztir bikin

18 December 2024 16:30 0 dîtin
Colanî: Em ê ligel Tirkiyê pêwendiyên xwe yên stratejîk bihêztir bikin

PeyamaKurd – Serokê Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) Ehmed Şer’a (Ebu Mihemed Colanî) ku serpereştiya xistina rejîma Beşar Esed daye û hikûmeta veguhêz li Şamê ava kiriye got, ew dê pêwendiyên xwe yên stratejîk bi Tirkiyeyê re bihêztir bikin.

Serokê Desteya Tehrîr Şamê Ehmed Şer’a di hevpeyvîneke li gel medya Tirk de gotiye, plana rûxandina Rejîma Esed li ser bingeha lezê hatibû danîn, lewma wan kariye bi ser bikevin.

Ehmed Şer’a dibêje, “Hikûmeta Sûriyeyê ya paşerojê pêwendiyên xwe yên stratejîk ên bi Tirkiyeyê re pêş dixe, ji ber ku Tirkiyeyê hejmara herî zêde ya penaberan hewandiye û alîkariya wan kiriye.”

Herwiha Şer’a daye zanîn, di nehiştina rejîma Esed de ti welatekî piştevaniya wan nekiriye û destnîşan kir, karê wan ê herî pêşî seqamgiriyeke bilez û vegerandina xizmetkariyên bingehîn ji bo xelkê ye.