YE: Pêwendiyên ligel Tirkiyê di rewseke hestiyar de ne
PeyamaKurd - Berpirsê Peywendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, rexneyên tund li Tirkiyê girtin û got, bila hemû alî piştrast bin ku di aloziya Deryaya Spî de ew piştgiriya Qibrisê dikin.
Borrell di rûniştineke Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê de got ku divê ew weke Yekîtiya Ewropayê biryarên girîng li ser peywendiyên bi Tirkiyê re bidin û wiha pê de çû:
“Divê em ligel Tirkiyê di gotûbêjê de bin, divê Yekîtiya Ewropayê biryarên girîng li ser peywendiyên me yên ligel Tirkiyê bide.. Bêguman peywendiyên me ligel Tirkiyê di rewşeke hestiyar de ne. Lê divê em piştrast bin ku Yekîtiya Ewropayê piştgiriya Qibrisê dike, Yunanîstan piştgiriya wê yekê dike ku gotûbêjên Qibrisê zû destpê bikin û Neteweyên Yekbûyî jî serpereştiyê bike.”
Borrell rexne li serdana Erdogan a bajarokê Mereş (Famagusta) ê Qibrisê jî girt û da zanîn ku daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê ne di berjewendiya normalkirina rewşa navçeyê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin