Naveroka civîna Encûmena Serkirdatiya PDKê hat eskere kirin: Civînên ligel Tevgera Sedir û Sûniyan dest pê dikin

08 May 2022 15:12 0 dîtin
Naveroka civîna Encûmena Serkirdatiya PDKê hat eskere kirin: Civînên ligel Tevgera Sedir û Sûniyan dest pê dikin

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed piştî civîna îro Yekşemê ya Encûmena Serkirdayetiya PDKê ya bi seroktiya Serok Mesûd Barzanî, daxuyanî dan.

Nûrî Mihemed ragihand ku ew ê sibe 9ê Gulanê bi Tevgera Sedir û rêberên sunnîyên Iraqê re li ser çawaniya nehiştina xitimandina siyasî li Iraqê dest bi civînan bikin.

Encumena serkirdetiya PDKê îro bi serokatiya Serok Barzanî civiya. Piştî civînê berdevkê partiyê Mehmûd Mihemed naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kir.

Berdevkê PDKê da xuyakirin, di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên PDKê bi aliyên Iraqî û Kurdistanî re, rewşa navxwe ya Kurdistanê û rewşa PDKê hatine gotûbêjkirin û got: “Emê sibê bi aliyên din yên tifaqa Rizgariya Niştiman (Sedir û sunnî) re dest bi civînan bikin ji bo çawaniya nehiştina xitimandina siyasî li Iraqê.”

Mehmûd Mihemed derbarê rewşa navxwe û xebatên parlementoya Kurdistanê de jî diyar kir, parlemento ne tenê ji bo mijara hilbijartinan lê divê ji bo karên hikûmetê jî bicive ji ber ku hikûmetê hejmarek pirojeyasa li ser reforman amade kiriye û divê parlemento li ser wan gotûbêj bike.

Ji bo gotegotên ku behsa hilweşandina parlementoya Kurdistanê jî dikin Mehmûd Mihemed got, me hizra wê yekê nekiriye û em tiştekî wiha rast nabînin.

Mihemed li ser danûstandinên PDK, YNK û Goranê da zanîn ku ew dixwazin di asta bilind de hev bibînin neku bi rêya medyayê gotûbêj bikin û bersiva hev bidin.

Di dawiyê de jî Mehmûd Mihemed behsa kongreya 14 ya PDKê kir û ragihand, wan dest bi amadekariyan kiriye û wê meha Cotmehê yan jî meha Mijdara 2022yan de kongreya PDKê were lidarxistin.