Wezareta Tenduristiya Iraqê: Pêleke nû ya vîrusa Koronayê berê xwe daye Iraqê
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, pêleke nû ya vîrusa Koronayê berê xwe daye Iraqê, ku pir tund û metirsîdare li gor pêlên yekem û duyem.
Îro 26.06.2021ê Berdevkê Wezareta Tenduristiya Iraqê Seyif Bedir da zanîn: ‘‘Pêleke nû ya vîrusa Koronayê berê xwe daye Iraqê û li gor pêlên yekem û duyem, gelekî tund û metirsîdar e.’’
Seyif Bedir destnîşan kir: ‘‘Ev pêla nû pêwîstî bi tekoşîneke zêdetir û tedbîrên nû heye, girîng e her kesek maske bi kar bîne û mesafê hişyar bin û derveyî wê jî derziyê wergirin.’’
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê herwiha eşkere kir, planeke berfireh dane destpêkirin ji bo zêdekirin û lezkirina helmeta derziyê û binkeyên derziyê jî zêde kirine.
Seyif Bedir behsa girîngiya pêbendbûna tedbîr û yasayên xweparastina taybet a lijneya dijî vîrusa Koronayê kir û daxwaz ji hemû çapemenî û bikaranînerên torên civakî kir peyam û zanyariyên rast û hişyariyê belav bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin