Amnesty banga rawestandina cezayê îdamê li Îranê kir
PeyamaKurd – Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) bi daxuyaniyekê bal kişand ser îdamên vê dawiyê yên xwepêşanderan û banga bilez rawestandina cezayê bidarvekirinê li Îranê kir.
Di daxuyaniya Amnesty de hat bibîrxistin ku herî kêm 7 kes ji ber pêwendîya wan a nerizayetiyên giştî, cezayê bidarvekirinê bi ser wan hatiye sepandin û hat gotin: “Dehan kesên din jî li girtîgehan rûbirûyî cezayê bidarvekirinê ne”.
Hat diyarkirin: “Rejîma Îranê mafê dadgehkirina dadperwerane ji xwepêşanderan standiye û bi îşkencekirin, lêdana qamçiyan, şokên berqê, gefa kuştin û tundûtîjiya zayendî, canê binçavkiriyan xistiye metirsiyê”.
Herwiha hat destnîşankirin ku bi belavkirina nameyeke servekirî ji berpirsê Dezgeha Dadê ya Îranê Muhsîn Êjêyî re, wan daxwaz ji hemû kes û aliyên din jî kiriye ku bi şandina nameyên nerazîbûnê daxwaza rawestandina bidarvekirinan li Îranê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin