Rapor: Îranê 715 sal ceza daye xwepêsanderên protestoyên 'Jîna Emînî'
PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, derbarê tundûtujî û helwesta di jî xwepêşanderên ‘Şoreşa Jîna Emînî’ ku piştî kuştina keça Kurd îlona sala borî dest pê kiribû, raporek belav kir.
Di raporê de hatiye diyarkirin, heta niha zêdetirî 700 sal cezayê girtîgehê û 2 hezar û 227 derbên qamçiyan bi ser binçavkiriyên protestoyên Jîna Emînî de hatine sepandin ku 44 kes ji wan kesan xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Hengawê daye zanîn, nasnameya 202 kesên binçavkirî eşkere bûye ku bi ser wan de bi giştî 715 sal û 6 meh û 17 roj cezayê girtihehê û 21 sal û 6 meh jî cezayê girtîgeha ragirtî hatiye sepandin.
Hate diyarkirin, 2 hezar û 227 derbên qamçiyan, standina bertîl û bêbeşkirin ji mafên civakî bi ser wan 201 binçavkiriyan de hatiye sepandin.
Herwiha navendên ewlehî û dadgehên Îranê, tohmetên “muharibe, fesad fî erz” bi ser zêdetirî 15 binçavkiriyan de sepandiye û dibe ku bi ser wan de cezayên giran û bidarvekirinê jî bê sepandin.
Hengawê daye xuyakirin, bi ser 4 zarokan, 234 çalakvanên jin, zêdetirî 4 mamoste û 8 xwendekaran de jî cezayên girtîgehê û derbên qamçiyan hatine sepandin.
Herwiha bi 10an maoste û çalakvanên olî ji aliyê navendên ewlehîyê ve hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin