Rapor | Metirsî heye 100 xwepêsanderên Îranê bên îdamkirin
PeyamaKurd - Saziya Mafên Mirovan a Îranê, derbarê rewşa xwepêşanderên hatine binçavkirin û rûbirûyî sizayê darvekirinê ne, raporek belav kir.
Saziya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku herî kêm 100 xwepêşanderên ku li Îranê hatine girtin bi metirsiya bidarvekirinê re rû bi rû ne.
Saziya Mafên Mirovan, herwiha navên 100 kesên metirsiya îdamkirinê li ser wan heye di malpera xwe de belav kir û daxwaz ji civaka navdewletî jî kir ku di warê siyasî de fişar û zextê bixin ser rejîma Îranê daku xwepêşanderan bidarve nekin.
Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan ji Cotmeha 2021ê heta Cotmeha 2022yan li seranserê Îranê herî kêm 528 kes li girtîgehên Îranê hatine îdamkirin ku li gorî sala borî rêjeya bidarvekirinan %98 zêde bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin