Metirsî heye Tirkiye dayika Kurd a sembola xwepêsandanên sala 2019an radestî Îranê bike

17 April 2022 15:26 0 dîtin
Metirsî heye Tirkiye dayika Kurd a sembola xwepêsandanên sala 2019an radestî Îranê bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku girtiyeke siyasî ya berê ya Kurd ku 3 roj berê li Tirkiyê hatiye girtin, ligel ku li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) weke penaber hatiye tomarkirin ji aliyê Tirkiyê ve dersînorkirina wê tê xwestin.

Çalakvana Kurd a bi navê Fatma Dadvend ku wêneyên wê di Mijdara 2019an de li seranserî cîhanê belav bûbûn dema ku ew li ser otombîlekê li bajarê xwe Bokan a Rojhilatê Kurdistanê rawestiyabû û xelk teşwîq dikir ku li dijî hikûmetê xwepêşandanan bikin, 5 meh berê piştî ji girtîgeha Îranê bi şert hat berdan, ji Îranê reviya û çû Tirkiyê.

Li gorî nûçeya Rûdawê Hevjînê Fatme Davend, Loqman Yûsifî roja Şemiyê gotiye: “Hevjîna min girtiyeke siyasî ye û du salan di girtîgehê de ma. 3-4 meh in li Tirkiyê ye. 3 roj berê li Kayseriyê hat desteserkirin û rayedaran piştî tespîtkirina nasnameya wê, ew radestî daîreya koçê kirine. Duh ew bi min re axivî got, ez dê biçim bajarê Nevşehîrê ji bo wergirtina karta xwe ya penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî."

Loqman Yûsifî diyar kiriye ku dema hevjîna wî gihîşt wir, polîsan hin gotinên ne baş bo wê kirine û wê jî bersiv daye û piştre ew girtine û birine kampeke dersînorkirinê ya li bajarê Kayseriyê.

Heger Tirkiye wê jina Kurd dersînor bike û vegerîne Îranê, dibe ku bi salan cezayê girtîgehê lê were birîn û malbata wê ditirse ku rejîma Îranê cezayê îdamê jî li ser wê bisepîne.

Hat zanîn ku 2 kurên Fatma Dadvend yên 9 salî û 15 salî û keçeke wê ya 13 salî heye û niha li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê dimînin.

Fatme Davend êvara 17ê Mijdara 2019an li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îtlaata Îranê ve di wê dema ku bi milyonan kes li dijî zêdekirina nirxê petrolê protesto dikirin, hatibû girtin û ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ya rejîma Îranê ve bi tometa dijminatiya Xwedê hatibû tawanbarkirin. Lê piştre tawana li ser wê bi plansaziya li dijî ewlehiya neteweyî hatibû guhertin û nêzîkî du salan jî di girtîgehê de mabû.

Dema ku li Tirkiyê bû, wê navê xwe li UNHCR tomar kiriye da ku wekî koçberek neqanûnî neyê binavkirin û nekeve ber metirsiya dersînorkirinê, lê niha ji aliyê polîsê Tirkiyê ve hatiye desteserkirin û dibe radestî Îranê were kirin.

Herwiha kurê Fatma Dadvend, Arya yê 15 salî jî dema ji bo dîtina dayika xwe çûbû Tirkiyeyê, di serê meha Adarê de dema vegeriyabû Îranê bi tometa propagandaya li dijî dewletê hatibû desteserkirin.