Girtiyê siyasî yê Kurd Sakir Bêhrûzî birin cihekî nediyar: Metirsî heye bê îdamkirin

30 June 2022 16:37 0 dîtin
Girtiyê siyasî yê Kurd Sakir Bêhrûzî birin cihekî nediyar: Metirsî heye bê îdamkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku girtîyê siyasî yê Kurd Şakir Bêhrûzî ku li girtîgeha navendî ya Urmiyê girtî bû, piştî ku sizayê îdamê li ser hatiye sepandin bo cihekî nediyar hatiye veguhestin ku metirsî heye ji aliyê rejîma Îranê ve were darvekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Kurdpayê ku dispêre çavkaniyekê, berpirsên girtîgeha navendî ya Urmiyê, îro Çarşemê li demjimêr 8ê sibehê ew girtiyê siyasî yê Kurd bi hinceta hevdîtina digel birayê wî ji nav girtiyên siyasî birine û paşê ji bo cihekî nexuya veguhestine.

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê Diwana Bilind a Îranê, îtiraza li ser biryara dadgehê ya îdamê red kiribû.

Hatiye diyarkirin ku Şakir Bêhrûzî ji ber pêwendiyên xwe yên ligel partiyên Kurdî du caran bi tohmetên cuda bi darvekirinê hatiye cezadan.