Urmiye | 14 girtiyên siyasî yên kurd ketin greva birçîbûnê

09 December 2020 21:42 0 dîtin
Urmiye | 14 girtiyên siyasî yên kurd ketin greva birçîbûnê

PeyamaKurd - Li bajarê Urmiyê yê rojhilatê Kurdistanê 14 girtiyên siyasî yên Kurd li dijî binpêkirina mafên xwe dest ji greva birçîbûnê kirin.

Li gorî ragihandina malpera mafên mirovan Hengawê, îro 9ê Kanûnê danê sibehê 14 girtiyên siyasî û mezhebî yên Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, dest ji xwarin û vexwarinê berdan û ketin greva birçîbûnê.

Girtiyan daye xuyakirin ku tevî ev demek e li girtîgehên Îranê qanûna kêmkirina sizayê girtiyên siyasî bi cih hatiye jî tenê li girtîgeha Urmiyê bi cih nehatiye û wan ji bo vê yekê dest bi vê çalakiyan kirine heta mafên xwe bi dest bixin.

 Navên wan girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ev in: Dara Reşîdî, Aran Tîbaş, Muhsin Mehalî, Xesro Zeristan, Bêhzad Ebasî, Seyîd Aram Emînul Selamzade, Farûq Levaşekî, Cewad Yûsifî, Mihemed Hesenpûr, Îrec Sofî, Husên Osmanî, Îbrahîm Xelîl Hemedanî, Salar Xelîl Hemedanî, Tofîq Ebdullahî.