Girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî li ber îdamê ye

12 August 2021 20:44 0 dîtin
Girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî li ber îdamê ye

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku jiyana girtiyê siyasî Heyder Qurbanî ku cezayê îdamê li ser hatiye sepandin di metirsiyê de ye.

Hengawê eşkere kiriye ku Dadgeha Dîwana Bilind daxwaza parêzerên girtiyê siyasî yê kurd Heyder Qûrbanî ya pêdaçûnê di biryara îdamkirin û dubare lêkolînê di doza Heyder Qurbanî de red kiriye û biryara îdamkirina Qurbanî ji dadgeha Kamyaranê re şandiye.

Birayê Heyder Qurbanî Hesen Qurbanî ji Hengawê re gotiye: “Me li gor yasaya 477 serî li Dadgeha Dîwana Bilind dabû û daxwaz kiribûn pêdaçûn di biryara îdamkirina Heyder Qurbanî de were kirin, lewre ew biryar ne yasayî bûye. Wan jî ew biryar ji bo Dozgeriya Sineyê şandiye. Ez roja sêşemê 10ê Tebaxê çûme Dozgeriya Sineyê û wan jî eşkere kiriye ku daxwaza me red kirine û biryara îdamkirinê ji navenda cîbcîkirina cezayên girtîgeha Kamyaranê re hatiye şandin.”

Hesen Qurbanî daye zanîn ku wî roja çarşemê serdana navenda cîbicîkirina cezayan a Kamyaranê kiriye û wan jî ew piştrast kiriye ku wê cezaya îdamkirina Heyder Qurbanî were cîbicîkirin.

Heyder Qurbanî 25ê Cotmeha 2016an li mala birayê xwe Mihemed Sadiqî hatibû desteserkirin û zêdetirî mehekê di odeyeke takekesî de îşkence lê hatibû kirin. Li gor zanyariyên malbata wî ew hatibû neçarkirin ku tohmetên li ser xwe qebûl bike û Press TVyê jî ew mikurhatinên di bin îşkencê de yên Heyder Qurbanî belav kiribûn.

Heyder Qurbanî meha Sibata 2020ê ji aliye şaxê yekem ê Dadgeha Sineyê ve bi hinceta dijberiya Komara Îslamî ya Îranê û endamtiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê cezayê îdamê bi ser wî de hatiye sepandin.

Biryara îdamkirina Heyder Qurbanî 6 Tebaxa 2020an hatibû pesendkirin û malbata wî li Dadgeha Dîwana Bilind daxwaza pêdaçûna wê biryarê kiribû.Lê belê daxwaza wan hatiye redkirin. 

Hêjayî gotinê ye, rêxistin û komelên mafên mirovan ji bo rê liber îdamkirina Heyder Qûrbanî bê girtin, li ser torên medyaya civakî kampanya dane destpêkirin. Beriya niha Amnesty Internationalê jî banga betalkirina îdama Heyder Qurbanî ji rejîma Îranê kiribû, lê ti gavek nehatibû avêtin.