Girtiyê siyasî yê Kurd ku Tirkiyê teslîmî Îranê kiribû agir berda bedena xwe
PeyamaKurd - Li girtîgeha bajarê Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî siyasî yê kurd ku beriya niha devê xwe jî dirûtibû agir berda bedena xwe.
Rêxistina Mafên Mirov Hengawê ragihand, doh 18ê Cotmehê girtiyê kurd Adil Mukerem ku sala borî payîzê ji aliyê Tirkiyê ve teslîmî Îranê hatibû kirin, li girtîgeha Urmiyê ji ber heta niha dosyeya wî yekalî nebûye, agir berda bedena xwe.
Hatiye diyarkirin ku nobedarên girtîgehê zû agir vemirandine lê piyekî wî girtiyê kurd şewitîye.
Adil Mukeremê 30 salî û xelkê bajarê Urmiyê ye û sala 2019an dema dixwest bi rêya Tirkiyê derbasî Ewropayê bibe, hatibû girtin û teslîmî Îranê hatibû kirin.
Mukerem bi tohmeta endamtiya partiyeke Rojhilatê Kurdistanê hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin