Îranê cezayê îdamê yê girtiyê Kurd ê welatiyê Tirkiyê pejirand

20 September 2024 11:59 0 dîtin
Îranê cezayê îdamê yê girtiyê Kurd ê welatiyê Tirkiyê pejirand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dadgeha Îranê cezayê îdamê yê ji bo endamê PKKê Hatem Ozdemîr ê 28 salî ku li Agiriyê qeydkirî ye û ji sala 2019an ve girtî ye, erê kir.

Endamê PKKê Hatem Ozdemîr di 2ê Tîrmeha 2019an de li bejahiya navçeya Makû ya Urmiyê ya ser bi Rojhilatê (Rojhilatê Kurdistanê) ket kemîna hêzên Pasdarên Îranê û ji ber ketina şarapên li bedena wî ji ser hişê xwe çû û hate girtin. leşkeran birin girtîgeha Urmiyê.

Dadgeha Şoreşê ya Hoyê di Adara 2022an de piştî 33 mehan cezayê îdamê li Ozdemîr birî.

Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku Ozdemîr bi sûcdariya “Li dijî dewletê serhildana çekdarî” bi îdamê hatiye mehkûmkirin û parêzerên Ozdemîr ku cezayê darvekirinê ji aliyê dadgeha jorîn ve hatiye erêkirin, li dijî vê cezayê derketin.

Piştî îtîraza biryarê dosya şandin Dadgeha Bilind.

Ji aliyê din ve, li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (KHRN), Dadgeha Bilind a Dadwerî ya Îranê cezayê darvekirinê li dijî Ozdemîr pejirand.

KHRNê herwiha agahî da û diyar kir ku cezayê darvekirinê yê Ozdemîr bi îdiaya "dijminatiya Xwedê" hatiye erêkirin.