Îranê bi tohmeta sîxurtiya Îsraîlê cezayê îdamê da 5 welatiyên Kurd
PeyamaKurd - Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ya bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê, bi tohmet û hinceta ji bo Îsraîlê sixurtî kirine cezayê îdamê li ser 5 welatiyên Kurd sepand.
Rêxistina Mafên Mirova Hengawê, eşkere kir ku 5 welatiyên xelkê bajarê Urmiyê yên bi navên Nesîm Nemazî, Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî, Rehman Pirhazû û Mensûr Resûlî di dawiya meha borî de, ji aliyê şaxê 3 ya Dadgeha Şoreşa Îranê ya li bajarê Urmiyê ve hatine darizandin û bi tohmeta hevkariya ewlehî û sîxurî ji bo Îsraîlê, cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.
Hat diyarkirin, dadgeha Îranê 5 welatiyên din ên bi navên Kameran Hinare, Fexredîn Dûkanlûyê Mîlan, Eşkan Osmannijad, Hesen Umerpûr û Emîr Muştaq Gengeçîn jî girtine û bi heman tohmetê, 10 sal cezayê girtîgehê li ser wan jî hatiye sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin