Li Îranê gelek rayedarên spaha Pasdaran ji ber sîxurtiya Îsraîlê hatin girtin
PeyamaKurd – Li Îranê gelek rayedarên spaha Pasdaran ji ber sîxurtiya Îsraîlê kirine hatin girtin û niha di girtîgeha Ewînê de ne.
Li gor nûçeyeke BBCyê, rayedarên Îranî ji bihêzbûna tîmên sîxurî yên îstîxbarata Îsraîlê di nava Îranê û dezgehên fermî yên Îranê de gelek dilgiran in.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin, spaha Pasdaran ya Îranê yek ji wan dezgehên fermî yên rejîma Îranê ye ku tê de hejmareke gelek zêde rayedarên sîxurtiya Îsraîlê dikin hatine girtin.
Herwiha di beşeke din a raportê de hatiye eşkerekirin, niha hejmareke gelek zêde ji rayedarên spaha Pasdaran di nava girtîgeha Ewînê ya li Tehranê de ne û rayedarên Îranî jî ji ber ku îtîbara spahê kêm nebe, navên wan rayedaran eşkere nakin.
Di berdewamiya raportê de hatiye destnîşankirin, tîmên sîxuriyê yên Îsraîlê di nava Îranê de gelek berfireh û bihêz in û gelek rayedarên Îranî jî di nava wan tîman de ne.
Raport dide zanîn, destê gelek ji wan rayedarên Îranî di kuştina pisporên etomî yên Îranê de heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin