Blinken: Em gelekî nîgeran in ku rayedarên Îranê tundûtûjiya li dijî xwepêsanderan zêde kirine

21 November 2022 13:00 0 dîtin
Blinken: Em gelekî nîgeran in ku rayedarên Îranê tundûtûjiya li dijî xwepêsanderan zêde kirine

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di derbarê êrîşên Îranê yên li ser xwepêşanderên Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê de nîgeraniya xwe anî ziman û got: “Em gelekî nîgeran in ku rayedarên Îranê bi taybetî li bajarê Mihabadê tundûtûjiya li dijî xwepêşanderan zêde kirine.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derbarê bikaranîna çekên giran û tundiya Îranê li dijî xwepêşanderên Kurd ên li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Mehabadê daxuyaniyek da.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê derbarê Mehabadê de da zanîn: “Em gelekî nîgeran in ku rayedarên Îranê bi taybetî li bajarê Mihabadê tundûtûjiya li dijî xwepêşanderan zêde kirine. Em li pey berpirsên tundûtûjiyê ne û piştgiriya gelê Îranê dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, hêzên Îranê di rojên borî de bi çekên giran derbasî nav bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê bûn, elektrîk li ser bajêr qutkirin û berdewam dengê teqeyan tê bihîstin.

Herwiha di vîdeoyên ku li ser torên civakî ji aliyê rêxistinên mafên mirovan bi raya giştî re hatine parvekirin de, tê dîtin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê rasterast gule li xwepêşanderên Kurd direşînin, polîsan çek û teqemenî li dijî xwepêşanderan bikar tînin û elektrîka bajêr hatiye qutkirin.

Hat zanîn ku li bajêr tenê di rojekê de 4 kesan can dan û dengê teqînan hîn jî tê bihîstin.