Serokomarê Îranê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re civiya

12 September 2024 10:42 0 dîtin
Serokomarê Îranê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re hevdîtinek hevbeş pêk anîn.

Piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, îro derdora saet 08.15ê Serokomarê Îranê û şanda pê re gihîşt Hewlêra paytext. Pezeşkiyan ku yekem serdana xwe bo Herêma Kurdistanê kiribû, li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê, Serokomarê Îranê li gel Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê civîneke hevbeş pêk anî.

Tê payîn ku Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan jî serdana Serok Mesûd Barzanî bike.

Pezeşkiyan doh serê sibê Çarşemê 11.09.2024ê gihîşt Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

Pezeşkiyan ku yekem car bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re hevdîtin pêk anî, bi rayedarên Hikûmeta Iraqê re ku di nav wan de Sûdanî jî hebû û serokên partiyan re hevdîtin kir.

Di bin serokatiya Sûdanî û Pezeşkiyan de di navbera Iraq û Îranê de 14 peymanên lihevkirinê hatin îmzekirin. Memoranduma ku hatiye îmzekirin wiha ye:

1. Memoranduma hevbeş di warê hevkarîya perwerdeyê de

2- Peymana hevbeş di warê ciwan û werzişê de

3. Memoranduma hevbeş di warê pevguhertina çandî, hunerî û arkeolojîk de

4. Memoranduma hevbeş li ser hevkariya di warê perwerdeyê de

5. Memoranduma hevbeş li ser hevkariya medyayê

6. Memoranduma hevbeş li ser hevkariyê di warê ragihandinê de

7. Memoranduma hevbeş di warê piştgirîya mêvanan de

8. Memoranduma hevbeş di warê herêmên azad de

9. Peymana hevbeş di warên çandinî û çavkaniyên xwezayî de

10. Memoranduma hevbeş di warê xizmetên posteyê de

11. Memoranduma hevbeş di warê parastina civakî de

12. Memoranduma hevbeş di warê perwerdeya pîşeyî û teknîkî de

13. Memoranduma hevbeş di warê geşepêdana hêzên karkirên Iraqî û Îranî yên şareza

14. Memoranduma hevbeş di warê çalakiyên odeyên bazirganî yên Iraq û Îranê de.