Hikûmeta Kanadayê Spaha Pasdaran a Îranê xist nav lîsteya terorê
PeyamaKurd – Hikûmeta Kanadayê biryarek da û Spaha Pasdaran a Îranê xist nav lîsteya terorê.
Li gor çapemeniya cîhanî belav kir, hikûmeta Kanadayê di daxuyaniya xwe ya dawî de navê Spaha Pasdaran ya Îranê xistiye nav lîsteya terorê û gotiye, Spaha Pasdaran tevgereke terorîstî ya metirsîdar e.
Herwiha Hikûmeta Kanadayê destnîşan kiriye, qedexe ye 10 hezar berpirs û endamên vê tevgerê serdana Kanadayê bikin.
Herî dawî di daxuyaniya hikûmeta Kanadayê de hat eşkerekirin ku wê Kadana dorpêçên gelek tund, berfireh û dijwar jî bi ser rejîma Îranê de bisepîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin