Li Îranê kesek bi hinceta sîxurtiya Îsraîlê hate darvekirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Îranê kesek bi hinceta ku sîxurtî bo Îsraîlê kiriye ji aliyê darazê ve bi sizayê îdamê hate mehkûmkirin û piştre jî cezayê wî hate înfazkirin.
Li gorî ragihandina Ajansa Mîzan a Daraza Îranê kesekî ku navê wî nehatiye eşkere kirin, bi tawana pêwendiya wî ya bi îstixbarata Îsraîlê Mossadê û servîsên din ên îstixbaratên biyanî re, li dadgehê bi sizayê darvekirinê hatiye mehkumkirin û hatiye darvekirin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku ew kes bi tawanên; hevkariya îstixbarî ya bi rejîma siyonîst re, berhevkirina belgeyên nepen, xerakirina asayîşa welat û propagandaya dijî saziyên Îranê hatiye cezakirin.
Hate ragihandin piştî li darazê sizayî wî kesî pesend bûye hatiye li girtîgeheke bajarê Zahîdan ê Sîstan-Belûçistanê hatiye îdamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin