Neteweyên Yekbûyî bertek ji îdamên bi hinceta sîxurtiya Îsraîlê re nîsan da

31 December 2023 11:25 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî bertek ji îdamên bi hinceta sîxurtiya Îsraîlê re nîsan da

PeyamaKurd – Piştî ku herî dawî li Tehranê roja Îna borî 4 kesên din bi hincetên sîxurtiya Îsraîlê hatin bidarvekirin, Neteweyên Yekbûyî (NY) bang kir ku bilez cezayê darvekirinê li Îranê rabe.

Komîsera mafên mirovan Volker Turk ragihand, fikarên xwe bo bidarvekirina 3 mêran û jinekê li Îranê bi tawana sîxurtiyê ji Îsraîlê re, anî ziman û biryara dozgeriya li Îranê wekî karesatê bi nav kir.

Volker Turk got ku bidarvekirina van kesan li gorî darizandinên necidî yên qanûnî pêk hatin û bang kir ku divê sînorek ji van bidarvekirinên li Îranê re bê danîn.

Pisporên NYyê dane xuyakirin ku desthilatên Îranê cezayên bidarvekirinê mîna alaveke çewisandina siyasî li dijî xwepêşandêr, muxalif û pêkhateyan pêk tînin û bang li desthilatên Îranê dikin, destûr û qanûna cezayan biguherin, da ku bidarvekirin bê qedexekirin.