Neteweyên Yekbûyî, bertek nîsanî Yunanîstanê da
PeyamaKurd- Ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve li dijî tevgera hêzên Yunanîstanê ya ku bû sedema fetisîna 6 penaberan, bertekek tund hat nîşandan.
Berdevka komîseriyê Shabia Mantoo, li ser tevgera hêzên Yunanîstanê yên ku penaberên bêpergal defî avê dan û bûn sedema fetisîna 6 penaberan, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Candayîneke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Em dubare dikin ku li Behira Spî, ji aliyê meqamên pêwendîdar ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinên bi bandor werin destpêkirin.”
Mantoo, diyar kir ku ji serê sala 2022yan heta niha, ji 1300î zêdetir penaberên ku xwestine xwe bigihînin Ewropayê, li Behira Spî û li derdora Afrîkaya bakûr rojava can dane.
Berdevk Montoo di dewama daxuyaniya xwe de got,
“Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, ligel ku di pêşîlêgirtina mirinên nû de xwedî girîngiyeke hesas e, ev xebat berpirsiyariyeke navneteweyî ye jî.”
Duh, li derdora Muxlayê ji aliyê hêzên Yunan ve penaber defî avê hatibûn dayîn û di encama vê bûyera ku wekî dijmirovî hat nirxandin de 2 jê pitik, 3 jê zarok û jinek canên xwe ji dest dabûn û 73 penaber jî hatibûn rizgarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin