Neteweyên Yekbûyî bertek nîsanî çalakiyên li Swêd û Hollandayê da!

25 January 2023 11:01 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî bertek nîsanî çalakiyên li Swêd û Hollandayê da!

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) kiryarên şewitandin û çirandina Qur'anê yên li Swêd û Hollandayê wekî "bêhurmetî û bêberpirsiyarî" nirxand.

Neteweyên Yekbûyî bertek da şewitandina Qur’ana Pîroz di 21ê Çileyê de li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê ji aliyê Serokê Partiya Rastgira tund a Danîmarkî Rasmus Paludan û çirandina wê li Hollandayê li bajarê Den Haagê ji aliyê Serokê Partiya Welatparêzên Ewropî yên li Dijî Îslamkirina Rojava (PEGIDA) Edwin Wagensveld ve.

Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Ravîna Shamdasanî da zanîn, ew pirsên li ser mijarê di çarçoveya mafên mirovan ên navneteweyî de nirxand û got, "Çarçoveya mafên mirovan a navneteweyî şewitandina pirtûkên olî bi vî rengî qedexe nake, lê ev yek bi temamî bêhurmetî û bêberpirsiyarî ye." Herwiha Berdevkê Siyasî Shamdasanî got, "Rêveberên siyasî û olî di bilindkirina dengê xwe de, bi taybetî li dijî bêtehamuliyê, bi biryar û bi lez û bez xwedî roleke girîng in.

Herwiha divê eşkere bikin, tundî bi provokasyonê nayê rewakirin."

Şermezarkirina Hevbendiya Şaristaniyan a Neteweyên Yekbûyî ji bo Swêdê!

Berdevka Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî Alessandra Vellucci di civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û got, "Çalakiya şewitandina Qur'ana Pîroz a li Swêdê bû sedema nerehetiyeke mezin. Bi dîtina we ev kiryar di çarçoveya azadiya ramanê de ye? Tewratek li ber vê avahiyê ye û eger bûyerek şewitandina Încîlê hebe hûnê çi bifikirin?"

Alessandra Vellucci li ser daxuyaniya 23ê Çile ya ku Yekîtiya Şaristanan a Neteweyên Yekbûyî bûyera li Swêdê şermezar dike axivî û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin wê.