Rûsya bertek nîsanî Neteweyên Yekbûyî da
PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, Îdîa kir ku OPCW û NY bi lêpirsînên ji dûr ve eleqedardibin.
Piştî ku venihêrên Rêxistina Biçekbûn a Kîmyayî ketin Dûmayê, ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek nû hat belav kirin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir, ku Rûsya li hêviyê ye ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) tevahiya gengazan bi awayekî bêteref vekolînekê bike û raporeke bêteref amade bike.
Zaxarova îfade kir, ku em li hêviyêne ku venihêrên Rêxistina Biçekbûn a Kîmyayî li bajarê Dûmayê tevahiya gengazan bi şiklekî bêteref vekolînekê bike û raporeke objektîf amade bike. Herwiha heta niha OPCW û NY tenê bi daneyên muxalifên rejimê emel dikin û ligor van daneyan bi lêpirsînên ku têne lidarxistin ji dûr ve eleqedar dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin