ENKSê li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî bertek nîsan da

14 July 2020 15:38 0 dîtin
ENKSê li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî bertek nîsan da

PeyamaKurd – Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya gihandina alîkariyan tenê di yek dergehên sînorî de bo Sûriyê derket, bi sedema ku alîkarî nagihin Rojavayê Kurdistanê.

ENKSê diyar kir ku Rûsya jî hewil dide dergehê Til Koçer ê sînorî yê li Rojavayê Kudistanê radestî hêzên rejîma Sûriyê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, alîkariyên mirovî yên NY ji ber biryara şandina tenê di deriyekî sînorî de ku ew jî di destê Tirkiyê de ye, alîkarî nagihîjin Rojavayê Kurdistanê.

Deriyê Til Koçer sala 2014an ji aliyê NY ve wekî dergehê şandina alîkariyan hatibû diyarkirin, lê belê piştî vetoya Çîn û Rûsyayê ya 10ê Çileyê 2020an ew derî ji alîkariyan re hatibû girtin.

Deriyê Til Koçer ango Dergehê Sînor ê Rabîa di navbera sînorên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dimîne ku 90 km nêzî Qamişlo û 60 km jî nêzî Dêrikê ye.