Kanî Xulam ‘Mesa Azadiyê’ ya dijî Peymana Lozanê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bidawî kir

25 July 2023 17:43 0 dîtin
Kanî Xulam ‘Mesa Azadiyê’ ya dijî Peymana Lozanê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bidawî kir

PeyamaKurd – Çalakvan û akademîsyenê Kurd Kanî Xulam meşa xwe ya bi navê “Meşa ji bo rûmet û azadiyê” ku ji bo şermezarkirina Peymana Lozanê li Washington a Amerîkayê dabû destpêkirin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bidawî kir.

Rêveberê Tora Zanyarî ya Kurdî ya Amerîkayê (American Kurdish Information Network) Kanî Xulam meşa ku bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê ji Washingtonê ber bi Navenda Netewên Yekbûyî ya New Yorkê ve dabû destpêkirin duh 24ê Tîrmehê di roja salvegera îmzekirina Peymana Lozanê de bidawî kir.

Kanî Xulam li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Îro 24emîn roja Meşa Azadiyê ye. Ez niha li ber Neteweyên Yekbûyî me. Armanca min ew bû ku tezekê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bikim. Ev tez derbarê rêzgirtin û qebûlkirina mafên gelê Kurd bû. Piştre me ev plan guhert, kursiyek lê zêde kir. Bi nîşana kursiyê windakirina Kurdan li Neteweyên Yekbûyî.”

Xulam piştre jî parvekirineke spasiyê ya vîdyoyî kir û diyar kir: “Dawî! Bi kêmanî ji bo beşa meşê. Plan ew bû ku em teza xwe deynin ser dîwarê UNê -ku em xwe bidin xuyakirin ku kurd miletekî cuda ne, ew bêdeng nînin, kesên ku dibêjin Kurd tune ne, mîna yên dibêjin dinya rast e - ne wisa ye! Me kir. Pir pir spas! #MeşaAzadiyê”