Li Rojava li dijî leskerkirina zarokan mekanîzma gilîkirinê hat avakirin

30 August 2020 11:52 0 dîtin
Li Rojava li dijî leskerkirina zarokan mekanîzma gilîkirinê hat avakirin

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo rawestandin û qedexekirina leşkerkirina zarokan, mekanîzmeke giliyan ji bo welatiyan ava kir.

HSDê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û tê de got, mekanîzmeya giliyan li gorî peymana navbera HSDê û Netewên Yekbûyî, ya 29ê Hezîrana 2019an hatiye îmzekirin pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku li gorî vê mekanîzmeyê, çi gaveke leşkerkirina zarokan di nava refên HSDê de çêbibe, wê xizmên zarok û saziyên berpirsyar, bikarin giliyên xwe bikin.

Rêveberiya Xweser û HSDê destnîşan kirine ku ew dê li gorî biryar û qanûnên navdewletî yên girêdayî parastin û mafên zarokan tevbigerin.