Muxalifan li dijî artêsa Sûrîyê êrîseke tund pêkanî

21 March 2019 11:09 0 dîtin
Muxalifan li dijî artêsa Sûrîyê êrîseke tund pêkanî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku muxalifan li bejahîya Hemayê ya Sûrîyê li dijî artêşa Sûrîyê êrîşeke tund pêkanî.

Muxalifên ku Enîya Rizgarîya Niştimanî (UKC) pêşengîya wê dike, li bejahîya Hemayê daxûyanî dan û da zanîn ku bi topan û moşekan êrîş birine ser bajarên Salhab, Suqaylabiyeh, Mhardeh, Aziziyeh û Kareeyê.

Hat dîyarkirin ku di encama êrîşên UKCê da bi kêmanî 2 kes birîndar bûne. Artêşa rejîma jî bersiv da êrîşên UKCê û li dijî herêmên muxalifên ên li Deşta Al Ghaabê bi topan û moşekan êrîş pêkanîn.

Çackanîyeke ji bajarokê Mhardehê dîyar kir ku dibe ku Hêzên Esmanî yên Rûsyayê bersivê bidin vê êrîşa muxalifan.

Li gorî heman çavkanîyê UKC bakurrojavayê Hema û başurrojavayê Idlibê kiriye armac ji xwe re.