Li Îranê kesek bi hinceta sîxurî ji Îsraîlê re kiriye hat darvekirin
PeyamaKurd – Li gor nûçeya Ajansa Mîzan a ser bi Dezgeha Dadweriya Îranê ve, cezayê îdamê yê girtiyê ku li dadgeha lê dihat dadgehkirin bi hinceta pêwendiya wî ligel dezgeha îstixbarata derve ya Îsraîlê Mossad û servîsên îstîxbarata biyanî de hatibû bidarvekirin, hat darvekirin.
Tawanbarê ku nasnameya wî nehate eşkerekirin, bi wê yekê hat tohmetbarkirin ku di pêwendiya ligel dezgehên istixbaratî yên biyanî, ji wan Mossad, hin zanyariyên nehênî kom kiriye û pêşkêşî dezgehên îstixbarata biyanî bi taybetî Mossad kiriye.
Piştî desteserkirina wî kesê ku bi tohmeta "hevkariya îstixbaratî û sîxuriyê ji bo berjewendiya Rejîma Siyonîstî ya dijmin, komkirina zanyariyên veşartî, têkdana nîzama welêt û propagandaya di berjewendiya kom û rêxistinên li dijî Îranê" de doz lê hatibû vekirin, di dawiya pêvajoya darazê de bi îdamê hat mehkûmkirin.
Herwiha piştî ku ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, kesê navborî li girtîgeha bajarê Zahedan a parêzgeha Sîstan Belûçistanê hat darvekirin.
Parêzgeha Sîstan-Belûcistanê ya li başûrê rojhilatê welat do bû cihê êrişê û di encamê de 11 karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin