Îranê 4 kes bi hinceta 'pêwendiya Îsraîlê' îdam kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Îranê 4 kesên bi tohmeta ‘hevkariya ligel îstixbarata Îsraîlê û revandina mirovan’ bi cezayê îdamê hatibûn mehkûmkirin, hatin îdamkirin.
Li gorî nûçeya medya Îranê, kesên bi navên; Huseyin Urduhanzade, Şahin İmani Muhammedabad, Milad Eşrefi Atbatan û Menuçehr Şehbendi Bocendi ku meha Hezîrana borî hatibûn girtin, hatine îdamkirin.
Hatiye diyarkirin ku sedema darvekirina wan her çar kesan, pêwendiyên ligel Îsraîlê û hin tawanên din hatine nîşandan ku ew kes beriya demekê jî bi cezayê îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin