Romanya ji bo 30 penebarên siyasî ku 15 jê Kurd in vegerîne Tirkiyê kete hewildanekê
PeyamaKurd – Dewleta Romanyayê, ji bo 30 penebarên siyasî ku 15 jê Kurd in vegerîne Tirkiyê kete hewildanekê, lê li ser nerazîbûnan ew kes ji balafirê hatin daxistin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhestin.
Li gor zanyariyan, wan penaberên siyasî ku 15 jê Kurd in xwe ji Yûnanîstanê gîhandibûn Romanyayê û ji wir jî dixwestin xwe bigihînin welatekî Ewropa, lê hêzên ewlekariya Romanyayê bi ser otela wan de girtin û hewl dan bi zorê wan li balafirekê siwar bikin û bişînin Tirkiyê.
Li ser nerazîbûnan û di encama hevdîtina ligel berpirsan, ew ji balafirê hatin daxistin û ji bo cihekî ku ew nizanin hatine veguhestin. Yek ji wan penaberên siyasî diyar dike, ewlekarên Romanya ew bi zorê li balafirê siwar kirine û bang li kesûkarên xwe dike û dibêje haya we ji me hebe.
Herwiha peneberekî siyasî dide zanîn: “Em bi zorê li balafirê siwar kirin, em niha li Romanyayê ne, di ser ku mafê me yê penaberiyê heye jî mixabin hemû mafên me ji me hatin stendin. Em hewl didin ji balafirê peya bibin. Polîsên vir yên sînorî xwestin ku me bi zorê siwar bikin. Niha em 30 heval in a rast em bêhtir in. Lê ji ber ku yên din berovajî hatine kelemçekirin nikarin peyabibin. Em di firokeyê de li benda peyabûnê ne, em dê qasek din peya bibin, bila xelk ji vir haydar bibin, em jî li benda temambûna rêkaran in, ihtimal e ku em di mercên zehmet de bimînin. Bila haya hevalan jê hebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin